Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deh Hezaran Piştevanên Katalonya li Brukselê Meşîyan


Bi deh hezaran kesên piştgirên serxwebûna Katalonî îro li Bruksela paytaxta Brukselê rêdeçûnek li dar xist û piştevanî dan Serokê Katalonî Carles Puigdemont.

Xwepêşanderan herwiha daxwaz ji Yekîtîya Ewrupa kir ku piştgirî bide cihêbûna Katalonya ji Îspanya.

Pirtir ji 45,000 xwenîşander ku hinek ji wan ji Îspanya hatibûn Belçîka, bi diruşma "Şîyar be, Ewrupa" ber bi taxa Ewrupî ya bajêr meşîn.

Li seranser Ewrupa piştgirîyeke lawaz ji serxwebûna Katalonî re hatibû dayîn û Yekîtîya Ewrupa gotibû ku divê ew mijar li hindurê Îspanya were gotûbêj kirin.

XS
SM
MD
LG