Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Katalonya di 17'ê Rêbendanê de Kom Dibe


Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy dîyar kir ku parlamentoya herêmî ya Katalonya dê di 17’ê Rêbendanê de kom bibe.

Di rûniştina vekirina parlamentoyê de dê berê serokek were hilbijartin. Serokê nû yê parlamentoyê dê bang li berendaman bike ku bo rojên pêşde hikûmetê ava bikin.

Rajoy, piştî parlamentoya Katalonya derbarê serxwebûnê deng dabû parlamento fesh kiribû û serokê rêvebirîya xweser û wezîrên wî ji kar dûr xistibûn.

Ser daxwaza Rajoy, di 21’ê Berfanbarê de hilbijartina pêşwext hat li dar xistin.

Heta hikûmeteke nû ava dibe rêvebirîya Katalonya dê di deste hikûmeta navendî ya Îspanya de be.

Partîya Ciutandans, ku dijî serxwebûna Katalonya ye, di hilbijartinê de bû partîya yeke. Di parlamentoya herêmî de 135 kursî hene û partîyên ku veqetînê dixwazin 70 kursî bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG