Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katalonya Bernivîsa Referanduma Serxwebûnê Pejirand


Meclîsa Herêmî ya Katolanya, tevî bertekên hikûmeta Îspanya, bernivîsa referanduma serxwebûnê pejirand.

Rêvebirîya herêmî, bo referanduma di 1'ê Cotmehê de dest bi xebatên fermî kir.

Serokê Rêvebirîya Herêmî Charles Puigdemont dîyar kir ku ewê Katalonya ya serbixwe bibe "komar"

Parlemtoya herêmî di bin kontrola alîgirên serxwebûnê de ye. Parlementerên dijî bernivîsê, berî dengdanê ji meclîsê derketin.

Alayên Îspanya yên ku parlementerên bernivîs protesto dikirin li meclîsê danîbûn, hatin rakirin.

Piştî bernivîs bi erêkirina 72 parlementeran hat pejirandin, sirûda neteweyî ya Katalonya hat xwendin.

Hikûmeta Madrîdê bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn kiribû ku bernivîsê betal bike.

XS
SM
MD
LG