Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Katalonya: Em Dest ji Serxwebûnê Bernadin


Serokê Rêvebirîya Xweser ya Katalonya Carles Puigdemont dîyar kir ku ewê ji planên serxwebûnê venekişin.

Puigdemont ji kanaleke Katalon re da zanîn ku ragihandina serxwebûnê di qanûna referandumê de heye û ewê li gor qanûnê tevbigerin.

Qanûna referandumê di parlamentoya herêmî de hatibû pejirandin, lê Dadgeha Qanûna Bingehîn ew red kiribû.

Li ber e ku Puigdemont, sibê Sêşemê di axaftina xwe ya li parlamentoya Katalonya de serxwebûnê ragihîne.

Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy dîyar kir ku dê Îspanya parçe nebe û ewê yekîtîya neteweyî biparêzin.

Rajoy da zanîn ku ger cûdaxwaz heta dev ji ragihandina serxwebûnê bernedin ewê bi ti awayî dîyalog çênebe.

Di referanduma 1’ê Cotmehê de rêjeya beşdarîyê li 43 ji sedî mabû û 90 ji sedê beşdaran bo serxwebûnê deng dabû.

Puigdemont piştî referandumê dîyar kiribû ku Katalonya mafê serxwebûnê bi dest xistiye.

XS
SM
MD
LG