Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kati Piri: Erdogan Têkçûnê Qebûl Nake


Kati Piri
Kati Piri

Raporvana Tirkîyê ya Parlamana Ewrupa Kati Piri ser betalkirina hilbijartiên herêmî yên Stenbolê bertek nîşan da.

Kati Piri ji Twitterê ragihand ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bo jinûve lidarxistina hilbijartina Stenbolê zordarî daye ser Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK).

‘’Erdogan têkçûnê qebûl nake û dijî îradeya gel derdikeve’’ Kati Piri nivîsî.

Wê dîyar kir ku gel êdî bawer nake ku desthilata li Tirkîyê bi rêkên demokratîk biguhere.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de li Stenbolê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû.

Li gor pisporên sîyasetê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di serketina Îmamoglu de roleke girîng lîstibû.

YSK’ê di daxuyanîya betalkirina hilbijartina 31’ê Adarê de ragihand ku hilbijartina nû dê di 23’yê Hezîranê de li dar keve.

XS
SM
MD
LG