Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Leşkerên Amerîkî li Kerkuk Rastî Êrîşa Mûşekan Hat


Bingehê leşkerî yê K1 li nêzîk Kerkuk

Roja Çarşemê bingeha leşkerî K1 li rojavayê Kerkuk ku leşkerên Amerîkî jî lê dimînin rastî mûşeka katyoşan hat, vê bûyerê êrîşa meha Kanûna bûrî libîr anî, dema ku karmendekê girêbest yê Amerîkî di hatbû kuştin.

Çavkaniyên ewlekarî yên Amerîkî û Îraqî bo Frans Press dane diyar kirin ku êrîş bo ser bingeha K1 li Kerkuk pêkhatîye ku leşkerên Amerîkî û Îraqî, lê dimînin. Weke Frans Press dibêje, horgiliyên bûyerê nehatine zanîn kanê ew êrîş bûye sedema ziyanên giyanî.

Medîya Îraqê radigihîne ku fewceka leşkerên Amerîkî li wî bingehî heye û belîka 6an ya polîsê fedral, fewca taybet ya lîwa 61 û fewca Kerkukê ya antî-terorê li wî bingehî dimînin.

Piştî ku bingeh, rastî êrîşa mûşekan hatî, firokên cengê yên Amerîka bi şêweke nizim li esmanê herêmê firîn e, herçende av û hewa xerab bû.

Ev êrîşa yekê ye, li dij heman bingehê pêkah tê, piştî ku meha Kanûna bûrî rastî 3 mûşekan hatbû, ji encama wê Amerîka li Îraqî êrîş bir bû ser bingehên ketîbên Hizbullaha Îraqê 25 çekdarên mîlîtanên Îraqî yên alîgirên Îranê hatbûn kuştin.

Piştî êrîşên ser bingehên leşkerê Amerîka li Îraqê, bûyera kuştina fermandarê leşkerê Qudis yê Îranê Qasim Sulêmanî li nêzk firokxana Bexda pêkhat bû, ev bû sedem ku alozî di navbera Amerîka û Îranê da zêdetir bibin.

Çavkaniya ewlehîya Îraqê dibêje ji encama ketina mûşeka katyoşa bo ser bingeha K1 ti ziyanek giyanî nebûn.

XS
SM
MD
LG