Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Bo Şerê Çaverêkirî Yê Amerîka Û Îranê Xwe Amade Dike


Wezîrê Derve yê Îraîlê Yisrael Katz
Wezîrê Derve yê Îraîlê Yisrael Katz

Wezîrê derve yê Îsraîlê, Yisrael Katz roja Sêşemê ragihand ku ew ji bo beşdarîya leşkerî xwe amade dikin dema ji encama girjiya Amerîka û Îranê li Kendavê şer derkeve.

Derencamên peymana navokî ya bi Îranê re sala 2015an û derketina Îranê ji wê peymanê herwiha xistina xwar ya firoka Amerîka ya bê firokevan ji aliyê Îranê de û dîsan êrîşên li dij keştiyên petrolê li ava kendavê li gur van girjiyan çaverêyî şerekî tê kirin.

Îsraîlê piştevanî da serokê Amerîka Donald Trump bo feriz kirina sizayên nû li ser Îranê da ku mercên girantir bikevin ser Îranê û neçar bibe pêgirîyê bi birayarên navnetewî bike.

Katz di Foruma Ewlekarîya Navnetewî de li Tel Avîv got, dibe ku Îran rewşê çewt fam bike û helsengîne ev dê bibe sedema pevçûnan.

XS
SM
MD
LG