Dadgeheke Tirk îro Duşemê berevankarê mafê mirovan, Osman Kavala bi dirêjîya jînê mehkûm kir, bi îdaya ku wî hewil daye ku hikûmeta Tirkîyê pûç bike.
Dadgehê biryara xwe de rê li ber Kavala girt ku cezayê wî bi ti awayî neyê kurt kirin.
Dadgeha bi sê dadweran herwiha got ku delîlên berbiçav tunene ku Kavala sîxirû kiriye, loma ji wê îdiayê ceza li wî nebirî.
Kavala yê 64 salî wek karsazekî xêrxwaz tê zanîn ku ew ji 1’ê Mijdara 2017’an vir ve li zindanê tê girtin.