Cezakirina karsaz û xwerxazê navdar Osman Kavala ji alîyê civaka navneteweyî ve bi rengekî tund tê rexne kirin û şermezar kirin.
Dageheke Tirk doh Duşemê Osman Kavala bi dirêjîya jînê mehkûm kir, bi îdaya ku wî hewil daye ku hikûmeta Tirkîyê pûç bike.
Dadgehê biryara xwe de rê li ber Kavala girt ku cezayê wî bi ti awayî neyê kurt kirin.
Dadgeha bi sê dadweran herwiha got ku delîlên berbiçav tunene ku Kavala sîxirû kiriye, loma ji wê îdiayê ceza li wî nebirî.
Kavala yê 64 salî wek karsazekî xêrxwaz tê zanîn ku ew ji 1’ê Mijdara 2017’an vir ve li zindanê tê girtin.
Ji hin bertekeên ku derketine pêş wiha ne:
Amerîka:
Berdevikê wezareta derve ya Amerîka Ned Price bi daxuyanîyeke nivîskî de ragihand ku ew jiber cezakirina Osman Kavala û 7 kesên yen di doza Gezîyê de “pir eciz in û hêvîyên wan şikestîye .”
"Mehkûmkirina neheq ya Kavala dijî rêzgirtina mafên mirovan, azadîyên bingehîn û serwerîya hiqûqê ye," Price got.
Ned Price anî ziman ku fîkarên kûr yên Amerîka bi sedema givaştinên dadwerî ya domdar yên ser serokên medya, sîyaset û karsazîyê yên li Tirkîyêberdewam e; yên wek desterkirinên dirêj yên berîya dadgehkirinê, tawanên terorîzmê yên berfireh û dozên haqaretkirinê.
"Welatîyên Tirkîyê mafdar in ku bêyî tirsa cezakirinê maf û azadîyên xwe yên bingehîn bi kar bîne. Mafê kar anîna azadîya derbirînê, kombûn û rêxistinbûna aştîyane, di qanûna bingehîn, berpirsîyên hiqûqî yên navneteweyî û xalên peymanên navneteweyî de cih digirin, " Price got.
Wî bi berdewamî bang li hikûmetê Tirk kir ku dawî li dozên bi armancên sîyasî bîne û rêzê li maf û azadîya tevahîya welatîyên Tirkîyê bigire."
Price jibo berdana Osman Kavala bi taybet bang kir. "
" Em careke din bang li Tirkîyê dikin ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpa Osman Kavala û hemû kesên din ku bi kêfi hatine girtin, serbest berde, " Price got.
Yekîtîya Ewrupa (YE)
Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell jî balkişand ku di ragihandina biryarên mehkûmkirinê yên di Doza Gezîyê de, guh nehatiye dayînê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa.
“Dadgeha Tirk biryarên herî tund girtiye; bi cezayê jînê ya dijî Osman Kavala û cezayên zindanê yên dijî kesên di. Di van xalan de biryarên Dadgeha Ewrupa têne paşguh kirin. Rêzgirtina maf û azadîyên bingehîn îro ji her demê girîngtir e,” Borell got.
Serokê Meclîsa Parlamenteran ya Konseya Ewrupa Tînî jiber biryara cezakirinê Osman kavala xemgînîya xwe dîyar kir û got ku biryar hêvîyên wî şikestîye.
"Tiştêke pir eceb e ku piştî girtimayîna 5 salan û niha di dawîya pêvajoya darazê de cezayê jinê lê hat birîn, ev yek bi rengekî eşkere binpêkirina peymana mafên mirovan ya Ewrupa ye. Divê bêyî derengmayîneke zêde Kavala demûdest were berdan," Kox got.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa di 2019'an de biryara berdana Kavala dabû.
Fransa:
Wezareta Karên Derve ya Fransa biryara cezayê ya Osman Kavala bi daxuyanîyeke nivîskî şermezar kir.
Wezaretê got ku Fransa cezayê bi direjîya jînê ya dijî Kavala bi tundî şermezar dike û xwest Kavala demûdest were berdan û tawanên derbarê wî de bêne rakirin.
Almanya:
Wezîra Karê Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku divê Kavala demûdest bê berdan.
Baerbock biryara berê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupa ya bo berdana Kavala de, bi bîr xist û got ku divê Tirkîye vê biryarê bi cîh bîne.
Rêxistina Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International) dîyar kir ku cezayên ku di doza Parqa Gezî de hatine ragihandin derbeyeke dijî dadmendî û mafên mirovan e.
Li ser navê AI berpirsê Ewrupa Nils Muiznieks got ku ti delîlên tawanan yên jixwe bê bingeh in tune ne û wî doza Kavala wek pêkenokeke mezin ya edaletê bi nav kir.
"Ev biryara neheq nîşan dide ku doza Gezîyê bo bêdengkirina dengên serbixwe hatiye destpê kirin," Muiznieks got,
Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ya Tirkîyê Emma Sinclair-Webb dîyar kir ku biryara dadgehê binpêkirina eşkere ya biryarên Konseya Ewrupa ye.
"Ev biryareke sosret e. Bi dîtina min biryar li qesrê hat girtin, ne li dadgehê. Ji serî heta dawîyê dozeke sîyasî bû. Jiber ku ti delîl tunebûn, dozeke sexte bû," Sinclair-Webb got.