Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kavanaugh û Christine Blasey Ford Derdikevin Pêş Senatoran


Berbijarê Dadgeha Bilind ya Amerîkî Brett Kavanaugh û jina ku ew bi destdirêjîya seksî tawanbar kir, îro derdikevin pêş senatorên Amerîkî ku bersîva pirsên wan bidin.

Christine Blasey Ford îdia kiribû ku di dema lîseyê de Kavanaugh di partîyeke kêfxweşîyê de destdirêjya seksî li hember wê kiribû.

Xanim Ford gotibû ku di bûyer di havîna sala 1982an de qewimî, dema Kavanaugh û hevalê wî Mark Judge, li odeyeke dadayî, êrîşa seksî birin ser wê.

Wê got ku jiber tirs û şermê, wê nikarîbû ku ew bûyer ji kesekî re vekira, lê dû re ser hurgilîyên wê êrîşê ji hevjînê xwe re û di terapîya derûnî de peyîvîbûn.

Kavanaugh, îdiayên Ford bi tundî red kir û ew wek êrîşa kêlîya dawî ya bi mebest bi nav kir ku dixwaze kesitîya wî ya gemar bike.

Wî got ku divê rê li ber êrîşên wiha yên reşkirinê werin girtin da ku mirovên qenc ji xizmeta gelê xwe neyên mehrûm hiştin.

Ku Kavanaugh ji hêla Civata Senatoran ve were pejirandin, ewê dê bibe yek ji neh dadwerên dadgehê û şûna Anthony Kennedy bigire ku meha borî karkenarbûna xwe ragihandibû.

XS
SM
MD
LG