Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duhokî Derheqa Seredana Kazimî ya Herêma Kurdistanê Çi Difikrin?


Serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî îro Pêncşemê seredana Herêma Kurdistanê kir û ji alîyê serokwezirê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat pêşwazî kirin.

Di seredanê de danûstandinê li ser kêşeyên Hewlêr û Bexda dê werine kirin û Kazimî û şandeya ligel wî dê seredana xalên gumrukî yên Duhok û Silêmanî bikin.

Rûniştvanên Duhokê bi çend nêrîn û boçûnên cuda vê seredanê dinirxînin.

Rojnamevan Nazir Alî dibêje ku serdana Kazimî bo çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda ne.

“Lê, bi dîtina min dê kêşeyên demkî werin çareser kirin, ne yên dirêjdemî çimkî dewletên herêmî bi taybet Îran û Tirkîye nahêlin dever tenha bibe.

Mamosta Zîyad Abid jî dibêje ku jiber du egeran ev seredana yekê ya dîplomasîye ji ber pêgeha xwe jibo hilbijartinan bi hêz bixe û bo alîyê Şîa dîyar bike ku Îraq hemî yek e.

“Armanca seredanê herwiha çareserkirina kêşeyên darayî yên vê salê ye,” Abid dibêje.

Hêvîya hemwelatîyên Herêma Kurdistanê ev e ku arîşeyên navbera Hewlêr û Bexda çareser bibin da ku ew bikaribin mûçêyên xwe wergirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG