Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kazimî Serdana Qada Êrîşa Mûşekî ya Îranê Kir


Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî îro Duşemê li Hewlêrê serdana qada êrîşa mûşekî ya li nêzî konsulxaneya Amerîka kir.

Kazimî berî ya ku biçe qada bûyerê, bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.

Serokwezîr Barzanî piştî hevdîtinê got, Bexda û Hewlêr hevbîr in ku divê êrîşên dubare yên dijî serwerîya Îraqê rawestin.

Kazimî piştre ji alî yê Serokê Partî ya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin û her du alîyan li hev kirin ku bo lêkolîna rastîyên êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê komîsyonekî ava bikin.

Serokwezîrê Îraqê herwiha bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî re jî civîya.

Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) yan Heza Qudsê piştî nîvroya Yekşemê, bêyî ku navên Hewlêr û Herêma Kurdistanê destnîşan bike,berpirsyarîya êrîşê ragihandibû.

IRGC gotibû ku wan "navenda stratejîk ya komplo û xirabîya Siyonîst bi mûşekên xal-bi xal" kirine armanc.

Medyaya dewleta Îranê îro ev bûyer weke êrîşeke dijî bingehên Mosad (Îstixbarata Îsraîlê)yên li Hewlêrê ragihand.

Îraqê jiber êrîşê bi rengekî fermî Îran şermezar kir û êrîş wek “binpêkirina qanûn û rêgezên navneteweyî” bi nav kir.

Hikûmêta Îraqê herwiha, bo nîşandayîna nerazîbûnê gazî balyozê Îranê yê li Bexdayê kir.

Di êrîşa roja Yekşemê de ti ziyanên canî çênebûn, lê di navbera Amerîka û Îranê de alozîyeke girîng ya nû, derket holê.

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan Tasnim ragihand ku Îranê di êrîşê de 10 mûşekên Fetîh bi kar anîye, di nav wan de çend mûşekên Fetîh-110 hebûn ku menzîla wan nêzî 300 kîlometreyane.

XS
SM
MD
LG