Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Kazimî Serdana Sînorê Îraq û Sûrîyê Kir


Serokwezîrê Îraqê Mustafa el-Kazimî
Serokwezîrê Îraqê Mustafa el-Kazimî

Serokwezîrê Îraqê Mustafa el-Kazimî îro Çarşemê serdana herema sinorî ya Îraq û Sûrîyê ya li eyaleta Nînova kir.

Mustafa el-Kazimî pîvanên ewlehîyê kontrol kir û piştgirîya xwe ya bo hêzên leşkerî ya artêşa Îraqê destnîşan kir.

Kazimî dîyar kir ku hêzên Îraqê karîn dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) li ber xwe bidin.
Ev serdana piştî ku çekdarên DAIŞ'ê di demên dawî de li Îraqê û Sûrîyê hejmareke êrîşên kujer pêk anîn, hat kirin.

Ofîsa Kazimî di derbarê serdanê de daxuyanîyeke belav kir û da zanîn ku Kazimî bi karbidestên sînor û hêzên ewlekarîyê re axifîye.

"Divê hûn hewildanên xwe zêde bikin û bi şev kar bikin. Ev herem jibo me û herwiha bo dijmin jî gelekî girîng e û bo vê jî hewldana du carî pêwîst e,” Kazimî got.

Kazimî ragihand ku ew bo têkbirina DAIŞ'ê bi kanînên hêzên ewlekarî yên Îraqê pêbawer e.

"Hûn îro ji doh xurtir in,"Kazimî ji wan re got.

Wezîrê Berevanî û Navxweyî jî di serdanê li gel Kazimî cîh girtin. Di navbera Îraq û Sûrîyê de 599 kîlometre sînorê hevpar heye.

“Ez ji terorîstên DAIŞ'ê re dibêjim, me neceribînin, we gelek hewl da û hûn bi ser neketin. Hûnê gelek hewl bidin û hûnê bi ser nekevin," Kazimî got.

XS
SM
MD
LG