Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk: Gelê Kurd Îro li Rojava Xebatên Girîng Dike


Jinên Kurdên Sûrîyê û yên Herêma Kurdîstanê ku jibo Konferansa Jina Rojhilata Navîn hatibûn Dîyarbekirê, serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kirin.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk di pêşwazîkirina mêvanan de got "Gelê Kurd îro li Kurdîstana Rojava di warê sîyasî, leşkeri û parastinê de xebatên gelek girîng didin meşandin."

Sîyasetvanê Kurd bal kişand ku bi hêzên wek El Qayde û El Nusra demokrasî nayê Sûrîyê.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî got, di şoreşa Rojava da keda jinan pir mezin e û ev şoreş nîşan da ku Kurd êdî naxwazin bê statu bijîn.

Hevseroka Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Asya Ebdulla jî destnîşan kir li herêmê bê azadîya gele Kurd dê guhertinek çênebe. Ebdulla herwiha got, ew piştgirîyê didin pengava çareserîyê li Bakur.

Endama Partîya Çareserîya Demokratîk ya Kurdîstanê (PÇDK) Perwîn Hesen jî li ser gîrîngîya konferansa Jina Rojhilata Navîn sekinî û got jina Kurd pêşengî li jinên herêmê dike.

Ji Partîya Sûryanîyan, Elizabeth Îsa Gewrîye jî got. ew bi hêvî ne dema ku gelê Kurd û Sûryanî deste xwe bidin hev, ew dê li ser vê dîrok û jîyana hevpar dikaribin aştîyê bînin û jîyaneke azad li ser axa xwe bijîn.
XS
SM
MD
LG