Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Taybet ya Ser Daxuyanîya Hevserokê KCD Ahmet Turk


Ahmet Turk
Pêkhatîyên Konferansa Kurdistana Bakûr, di derbarê rewşa pêvajoya çareserîyê de daxûyanîyek da.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk ser navê wan daxuyanîya hevbeş xwend û bîr xist ku konferansê jibo pêvajoya çareserîyê pişitgirîya xwe îlan kiribû.

Ahmet Turk anî ziman ku divê dewlet û hikûmet pêwendîyên baş bi beşên dine yên Kurdîstanê re biafrîne. Wî bang li dewletê kir ku êdî alîkarîyê nede rêxistinên ku li Sûrîyê bi Kurdan re şer dikin.

"Divê Tirkîye Kurdan weke hevalbend qebûl bike. Ger dewlet li dijî destketîyên Kurdên Rojava tevbigere, ev yek bandora neyênî li ser pêvajoya çareserîyê çêke û dikare wê ji binî xera jî bike."

Turk destnîşan kir ku perwerdeya zimanê dayikê û cîhanîna mafên Kurdan di qanûna bingehîn de şertên demokratîkbûnê ne û ew van mafan nakin mijara ti bazaran.

“Jibo ku mafê perwerdeya zimanê dayikê bikin rojeva Tirkîyê, ewê hefteyeke dibistanan boykot bikin. Em bang ji gel dikin ku zarokan xwe hefteyeke neşînin dibistanan.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:49 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG