Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hîndistanê Meha Çûyî li Keşmîrê 4 Hezar Kes Girtine


Ajansa Reutersê ragihand ku karbidestên Hîndistanî yên li herêma Keşmîr, ku bûbû qada xwepêşandanên berfireh yên nerazîbûnê, meha borî dora 4,000 kes girtine.

Herêma Keşmîr ya bi piranî misilman ku hem Hîndistan hem jî Pakistan wek axa xwe dibîne, di nav nav du dewletan de bûye sedema krîzeke mezin, piştî ku hikûmeta Hîndistanî di 5’ê Tebaxê de otonomîya wê herêmê pûç kiribû.

Gelê herêmê nerazînûna xwe nîşan dabû û herikîbû kolanan. Di maytekirina hêzên ewlekarîyê de gelek xwepêşander hatibûn girtin.

Hikûmeta Hîndistanî bo pêşîgirtina xwepêşandanên nerazîbûnê xetên înternetê û telefona destan qut kiribû û li gelek deveran qedexeya derketina kolanan ragihandibû.

Hikûmeta Hîndistanê îdia dike ku dawîkirina statuya taybet ya Keşmîrê wê bibe alîkar ku ew herêm bi başî bibe beşeke aborîya welêt û ewê di berjewendîya hemî kesan de be.

XS
SM
MD
LG