Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona Karê Kebabcîyên Kurd li Stenbolê Têk Biriye


Jiber vîrusa Korona hikûmeta Tirkîye jibo pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona li tevahîya Tirkîyê polîtîkaya îzolasyoneke nerm bi rê ve dibe.

Bi biryarên hikûmeta Tirkîye yên wek qedexeyên derketina derveya kolanan, qedexeya çûnûhatina derveyî welat û biryara girtîna gelek kargehan û hin tedbîran bandorên xirab li ser aborî û kedkarên Tirkîyê dike.

Qeyrana vîrusa korona herî zêde bandorên xirab li ser karên wek petrol, geştîyarî, çûnûhatin, fînans û otomotîvê xuya dike.

Li alîyekî din, jiber biryara girtîna hin kargehan û hin tedbîrên jibo kargehan jî bi hezaran kedkaran jî ji vê qeyranê para xwe girtin.

Serokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) Mehmet Bozgeyîk da zanîn ku ji meha Adarê ve 5 mîlyon kedkar bêkar mane.

Gelo rewşa kedkarên kebabê yên Kurd, li Stenbol’a ku ji 16 mîlyon kesî pêk tê çaweye?

Guven Samur 20 sal in karê kebabê dike û piranîya hosteyên kebabê li Stenbolê Kurd in. Samur dibêje ku heta niha min tiştek wiha nedîtibû.

“Piştî derketina vîrusa korona tevahîya xwaringeh û karê kebabê hat girtin. Hin der li ser sîparîşan dixebitin. Lê cîhê ez dixebitîm jiber ku piranîya mişterîyan gerok bûn. Karê me xirab bû û piştre jî kargeh hat girtin. Ev du meh in bêkar im.”

Samur dibêje ku rewşa aborîya Tirkîyê jixwe eşkere ye û jiber vîrusa korona aborîya Tirkîyê xirabtir bû. Ew daxwaza vekirina kargehan dike.

Murat Salman jî ji sala 1991’an ve li Stenbolê dijî û karê donerê dike. Salman jî di vê pêvajoyê de bêkar maye û ev du mehe ji kar hatiye derxistin.

“Rewşa heyî pir xirab e. Deynên bankeyan, av, ceyran, û gaza xwezayî hatine, em nizanin emê çi bikin. Dirav tune ku em herin nan bikirin. Ez ji heval, dost û xizmên xwe diravan deyn distînim. Em nizanin ev rewş wê çawe baş bibe û emê vegerin ser karê xwe.”

Hêjayî bîrxisntinê ye ku serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan careke din jibo 1 û 3’e Gulanê qedexeya derketina derve ragihand.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG