Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keleş Keleş: Fêrbûna Zimanê Dayikê Erka Hemî Kurdan E


Ziman yek ji xalên serekî ne di pênasîna netewan de,ku bi rêka wê ew milet xwe dide naskirin û zanîn û kelepora xwe bi netewên din re par vedike. Zimanê Kurdî bi hemû şax û zaravên xwe yek ji wan zimanên kevin û dîrokî ne di Rojhilata Navîn de û di dîroka şehristaniya Mezopotamiya de , lê ji ber rewşa siyasî ev ziman bi fermî nehatiye xwendin û nebûye zimanekî perwerdehiyê, ji ber wê ew gelelekî hatiye çewisandin û bişaftî bûye di bin mebestên siyasî de.

Lê belê bi keda keç û xortên kurdan yên zana û dayik û bavan , ev ziman zindî maye.

Keleş Keleş yek ji wan xortên xemxurê zimanê xwe ye û bi xwebexşî dersên ziman dide malbatên kurdan li Almanya, û huha jî dest bi fêrkirina interntê kiriye li ser kenala xwe ya You Tube ê, piştî rewşa awerte ya Vîrosa Korona.

Keleş 31 salî ye ji kurdên Sûriyê ye ji dawîya 2015an ve li Almanyayê dijî. Beşa ziman û wêjeya erebî li Sûrîyê xwendiye.

Li Almanyayê gellek xulên zimanê kurdî bi rê ve dibe, hem ji bo ciwanan, hem jî ji bo zarokan.

Ev bûye salek kenaleke wî li ser YouTube heye û waneyên zimanê Kurdî tê de pêşkêş dike, kenal bi navê "Keleş Kurdî" ye.

Di demeke kin de wê "Minhacên Rojavayê Kurdistanê yên beşa kurdî asta "Navîn û Amadehî" li ser kenala xwe biweşîne."

Keleş di wê baweriyê de ye ku fêrkirin û guhdana zimanê Kurdî erkeke netewî ye û divê ku her kes li zimanê dayeka xwe xwedî derkeve û zimanê kurdî ji tariyê derxe ber ronahiyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:01 0:00


XS
SM
MD
LG