Amerîka ser kuştina Qasim Silêmani nameyek hinart NY û got ku kuştina Silêmanî yê Hêza Quds ya Pasdaran mafê xweparastinê ye.
Name ji alîyê Nûnera Amerîka yê NY Kelley Craft hat nivîsîn.
Craft herwiha xuya kir ku ew bê şert û qeyd ew amade ne ku hevdîtinên bi Îranê re bikin.
Di nameyê de hişyarî jî hat dayîn ku jibo parastina leşker û berjewendîyên Amerîka yên li Rojhilata Navîn ew dikarin gavên zêdetir jî bavêjin.
"Operasyona me dijî êrîşên ku ji aliyê milîsên Îranê yên ku demên dawî li ser hêzên Amerîka yên li Rojhilata Navîn dihatin kirin, bersîvek bû. Rêvebirîya Amerîka jibo aşitîya navnetewî, ewlehî û jibo kêmkirina alozîyê bê qeyd û şert amade ye ku bi Tehranê re dest bi hevdîtinên cidî bikin."
Nûnerê NY yê Îranê Majid Takht Ravanchî jî nameyek nivîsî û dîyar kir ku Îran jî di çarçoveya xweparastina rewa de bersîv daye.
Li gorî şertên NY, dewletên ku tedbîrên jibo xweparastina rewa divê di nav 15 rojan de ragihînin.