Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Fîlîstînîyek ji Alîyê Hêzên Îsraîlî ve li Kenara Rojava Hate Kuştin


Hêzên Îsraîlî li Kenara Rojava (Arûîv)

Karbidestên saxlemî yên Fîlîstînî ji Reutersê re ragihand ku di encama pevçûnan de kesek ji alîyê polîsên Îsraîlî ve li Kenara Rojava hate kuştin.

Wan got ku Fîlîstînîyê 22 salî bi guleyên li sêngê wî, li nêzî kampa penaberan ya El Erûb hate kuştin.

Berdevkeke artêşa Îsraîlî jî ragihand ku hêzên wan ji herêma El Erûb re hatine şandin ku pêşî li Fîlîstînîyên xwecîhî bigirin ku bi keviran êrîşî trombîlên wan dikirin.

Wê got ku di encama êrîşên Fîlîstînîyan de, hêzên Îsraîlî neçar man ku bersîva Fîlîstînîyan bidin û lêpirsêna bûyerê hîn berdewam e.

Heta niha zelal nebû ku Fîlîstînî jibo salvegera 15’an ya mirina rêberê Fîlîstînî Yaser Arafat derketibûn kolanan yan jibo sedemeke din.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG