Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Obama Îro Pêncşemê Vedigere Washingtonê


Serokê Amerîka Barack Obama ji bingeha hevbeş ya Joint Base Pearl Harbor-Hickam ya li honolusu, Hawai vedigere Washingtonê
Serokê Amerîka Barack Obama ji bingeha hevbeş ya Joint Base Pearl Harbor-Hickam ya li honolusu, Hawai vedigere Washingtonê
Serokê Amerîka Barack Obama îro Pêncşemê vedigere Washingtonê da ku hewildana jibo rêkeftinekê ligel Kongresê dawî bike ku rê li ber zêdebûna bacê û kêmkirina xercên hikûmetê digire.

Birêz Obama derengîya Çarşemê bi şev ji Hawaii derket û bînvedana xwe ya Krîstmisê kurt kir, li dema ku welêt nêzîkî ketina aborî dike ku wek “kendala darayî” anku “fiscal cliff” tê zanîn.

Gelek aborîzan ditirsin ku 500 mîlyar dolarên ku di encama kêmkirina xercê û zêdekirina bacê de, aborîya Amerîkî ya sist careke din vegerîne rewşeke xirab.

Serokê Civata Nûneran yê Komarî John Boehner roja Çarşemê daxuyanîyek belav kir. Wî bang li Demokratên Senatoyê kir ku planeke demdirêj jibo kêmkirina deynên federalî qebûl bike da ku rê li ber lawazbûna aborîyê bigire.

Hêjayî gotinê ye ku Serok Obama û Kongres di vê hefteyê de negihiştin rêkeftinekê, dê zêdekirina bacê û kêmkirina xercên hikûmetê di serê salê de bi awayekî otomatîk destpê bike.
XS
SM
MD
LG