Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Gullebaranekê de li Wîlayeta Missouri 4 Kes Têne Kuştin


Desthilatdarên wîlayeta Missouri ya Amerîkî dibêjin çekdarekî li bajarê Kensasê şeva borî di barekê de 9 kes gullebaran kirin û di encamê de 4 kes kuştin.

Tilfizyona KSHB ragihand ku îro demjimêr 1:30 destê sibê bang ji bo polîs hatin li dor gullebaran bara Tequila KC.

Polîs got kesek derbasî barê bû û dest bi gullebaranê kir, wî 4 kes di hindirê barê de kuştin û 5 kesên din jî hatin veguhestin bo nexweşxanê.

Kes ji bo vê gullebaranê nehatiye girtin. Deshilatdar nizanin ku êrîşker bi tenê xwe bûye an kesin din li gel wî bûne. Sedema êrîşê jî hîn ne diyar e.

Polîsê bajarê Kensan vekolînan dikine û wan hin agahî li ser Twîter belav kirin.

XS
SM
MD
LG