Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Ewlekarîya Hundir li Kenyayê di Ketina Helîkopterê de Hat Kuştin


George Saitoti.

Karbidestên Kenyayê dibêjin ku Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî George Saitoti yek e ji şeş kesên ku di ketina helîkoptereke polîsan roja Înî nêzîkî paytexta welatî, Nayrobî hatin kuştin.

Desthilatdar dibêjin alîkarek û zêrevanekî Saitotî jî di bûyerê de hatin kuştin.

Saitoti cîgirê berê yê serokî bû ku dixwest bibe serokê welat di hilbijartinên Adara sala 2013'ê de.

Nasnameya hin qurbanîyên mayî hîn nehatîye piştrast kirin. Hin şahid û gova dibêjin ku term hatine şewitandin ku dijwar e werin naskirin.

Lêkolîn berdewam in jibo zanîna ketina wê helîkopterê.

XS
SM
MD
LG