Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Nijadî de Herî Kêm 30 Kes li Kenyayê Mirin


Karbidestên Kenyayî dibêjin, herî kêm 30 kes di encama pevçûnên du grubên nijadî de li herêma Tana River ya başûrê rojhilat hatine kuştin.

Karbidestekî polîsan yê herêmî dibêje, gruba etnîk ya Pokomo, waxtekî zûtir yê sibeha Înîyê, bi çek û sîlahan êrîş birin ser gundekî gelê Orma.

Xaça Sor ya Kenyayê dibêje, di êrîşa gundê Kipao de jin û zarok jin hatin kuştin û bi giştî 45 xanî hatine şewtandin.

Polîs dibêjin, wan zanîye nasnameya êrîşvanan çi ye û bizavan wan didome ku wan kesana desteser bikin.

Her du komên etnîkî êrîşên kujêr li dijî hevdû pêk tînin ku sedema wan jî kêşeya av û erd e.
XS
SM
MD
LG