Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartina Kenya de Uhuru Kenyatta bi Ser Ket


Komîsyona Hilbijartinê ya Kenya ragihand ku di hilbijartina seroktîyê de, ku roja Sêşemê li dar ketibû, Uhuru Kenyatta bi ser ketîye.

Kenyatta, ku ji 2013’an ve serokê Kenya ye, 54.3 ji sedê dengan sitand. Berbijarê herî zêde nêzî wî, Raila Odinga jî li 44.7 ji sedê ma.

Piştî eşkerebûna hilbijartinê Kenyatta, bo rikeberîyê banga ‘’yekîtîyê’’ kir.

‘’Ez destî xwe dirêjî we dikim. Em hemî hemwelatîyên heman komarî ne’’ Kenyatta got.

Her çiqas opozîsyon encamên hilbijartinê red dike jî çavdêrên navneteweyî dîyar dikin ku hilbijartin bi awayekî adil li dar ketîye.

Di hilbijartinên 10 salên berê de, bi kêmî ve 100 kes hatibûn kuştin û 600,000 kes jî ji neçarî ji warên xwe koç kiribûn.

XS
SM
MD
LG