Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Kenya de Uhuru Kenyatta Serketî Bû


Uhuru Kenyatta
Uhuru Kenyatta

Di hilbijartinên seroktî ya Kenya de, ku opozîsyona wî welatî boykot kiribû, serokê niha Uhuru Kenyatta serketî bû.

Komîsyona hilbijartinê piştî jimartina pirtir ji 98 ji sedê dengan, îro Duşemê ragihand ku Kenyatta wek serok hate hibijartin.

Serokê komîsyonê Wafula Chebukati ragihand ku beşdarbûna hilbijartina roja Yekşemê ji 39 ji sedê 19.6 mîlyon hemî dengên tomarkirî kêmtir e.

Rêberê hevrik Raila Odinga ku ji hilbijartinê vekişîbû, ji piştgirên xwe daxwaza boykotê kiribû û wan jî nehêlabû ku navendên dengdanê zûtir vebin.

Hilbijartina vê carê dubarekirina hilbijartina Tebaxê bû ku Dadgeha Qanûna Bingehîn jiber nerêkî û sextekarî ew hilbijartina ku Kenyatta serktî bûbû, pûç kiribû.

XS
SM
MD
LG