Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Teqînekê de li Kerkûkê Jinek Tê Kuştin û18 Kes Birîndar Dibin


Berpirsekî ewlekariya Îraqê dibêje sê teqîn li bajarê Kerkûk ê bakurê Îraqê bûn û di encamê de jinekê jiyana xwe jidest da û 18 kes birîndar bûn.

General Elî Kemal got teqînan şeva borî li sê cihên ciyawaz rûda. Wî got du teqînan çi ziyan li dû xwe nehîştin.

Kemal got teqîn li cadeya el-Quds a navenda bajêr jinek kuşt û 18 kes birîndar kirin.

Ta niha ne diyae kî di pişt teqînan de ye, lê gurûpa Dewleta Îslamî Daiş caran bajar kiriye armanca êrîşên xwe.

XS
SM
MD
LG