Du jêderên polîsên Îraqî ji Reutersê re got ku hêzên berevanîya esmanî yên Îraqê îro Pêncşemê li bajarê Kerkûkê firokeke bêmirov xist xwarê.
Kolonelekî Îraqî ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku lêpirsîna destpêkê ya paşmayîyên drone nîşan da ku ew droneke êrîşkar ya artêşa Tirk e.
Jêderên polîs ragihand ku dron li navenda bajarê Kerkûkê ketiye xarê û agir bi çend malan ketiye, lê ti zîyanên canî çênebûne.
Hema jedaran da zanîn ku agir ji alîyê agirvemiran ve hatiye kontrol kirin.
Jêder: Reuters