Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Bîrên Petrolê li Kerkukê Hatin Peqandin


Peqandina Bîrên petrolê li kerkuk berdewamî heye, bi riya bombeyên çandî şeva çarşemê dîsan 2 bîrên petrola Xebaze li rojavayê kerkuk hatin peqandin.

Ehmed Eskerî serokê komîta petrol û enerejiyê di civata parêzgeha kerkukê de, buyera peqandina bîrên petrolê bi karekî terorîstî wesif kir û gote dengê Amerîka " li herêmên bîrên petrol hene xwecihên wan gundan Erebin, goman heye ev bîrên petrolê hertim bibin armanca êrîşan" , herweha got, jber ku piraniya bîrên petrolê zêrevanên taybet nînin, jiber wê yekê dibin armanca êrîşkaran.

Esker da zanîn ku ne raste ew bêjin bi tenê xelkê Ereb berpirsin ji peqandina bîrên petrolê, dibe ku hind kurdan û Turkmenan jî, di peqandina bîrên petrol de, dest li gel grupên çekdar hebin.

Tê ragihandin ku peqandina bîrên petrolê li Kerkuk bibe karekî berdewam, jiber ku di mehekê de 4 caran bîrên petrolê li parêzgeha kerkuk hatine peqandin.

Kameran kerkukî endamê civata parêzgeha Kerkuk gote dengê Amerîka " peqandina bîrên petrolê, ne karekî terorîye belkî ew karê têkderan e" .

Derheqa hinartina petrola Kerkukê de, zêdebarî ku xala duberiyê ye di navbera Bexda û Hewlêrê de, ev pirs di nava aliyên siyasî yên kurdan bi xwe de jî, xala nakukiyê ye.

XS
SM
MD
LG