Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştê Êrîşên DAIŞê, Pevçûn li Kerkûkê Berdewam Dikin


Di êrîşeke xwekujî de, li ser avahîyeke Îranî li bajarokê Dibis ya bakurê Îraqê, bi kêmî ve 11 kes hatin kuştinin û di êrîşeke din ya heman rengî ya ser polîsaxneyekê û xalên din yên li Kerkûkê de, 6 polîsên Îraqî û 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di dema êrîşa polîsxanê de, piştî lêguherîna guleyan, dengê jimareke madeyên peqînkar jî hatin bihîstin.

Di dîmenên de ku ji alîyê televîzyonên xwecihî de hatin weşandin, dûyên stûr li esmanê xuya dibûn.

Walîyê Kerkûkê Nejmedîn Kerîm ragihand ku êrîşbirên DAIŞê nekatîne tu avahîyên hikûmetê kontrol bikin, lê pevçûn li juimareke taxên Kerkûkê berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG