Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Îraqê Soza Pirtirkirina Giwaştinên Ser DAIŞ'ê Dide


Kerry ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bû
Kerry ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bû

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Înê serdaneke neçaverêkirî li Bexda kir û ligel Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û karbidestên din yên payabilind re hevdîtinan pêk anîn.

Kerry piştgirîya Amerîka ya bo hikûmeta Îraqê dubare kir ku hewila xurtkirina ewlehîya xwe dide û li îstiqrarîyeke polîtîk û ekonomîk digere.

Di hevdîtinên Kerry de kêşeya Dewleta Îslamî (DAIŞ) cîhê serekî girt û wî di şerê dijî wê koma tundrê de piştgirîya Washingtonê ji Bexda û Hewlêrê re ragihand.

Wî soz da ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka wê ligel Îraqê bixebite ku giwaştinên ser DAIŞê di hefte û mehên were de hîn pirtir bike.

He promised the U.S.-led coalition fighting Islamic State "will work with Iraq to turn up the pressure even further” during the coming weeks and months.

The top

Kerry pesna serkeftinên dijî DAIŞ'ê li Îraqê da û got şervanên wê di çend mehên borî de nekarîne cîhên nû bixistana bin kontrola xwe û 40 ji sedê hemî herêmên bin kontrola xwe hinda kirine.

Wezîrê Derve yê Amerîkî li ser pirsekê got ku daxwaza hêzên pirtir jî Amerîka nehatiye kirin, tevî ku raportên medyayî belav dibin ku Pentagon hizra şandina hêzên nû li wî welatî dike.

XS
SM
MD
LG