Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Çareseriya Du Dewletî ya Îsraîl û Fîlîstînî Bin Metirsî Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Çarşemê derbarê sîyaseta Amerîka li hember aştîya Rojhilata Navîn û têkîlîyên Îsraîl û Fîlîstînê de axaftinek kir û got krîterên çareserîya bi rîya du dewletan di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de pêşkeş kirin.

Kerry ragihand ku ne mimkun Amerîka bêdeng bimîne, dema dibîne ku hewildanên aştîyê ji holê tên rakirin.

Kerry berevanî ji biryara Amerîka kir ku rê da Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ku daxwaza rawestandina wargehên Îsraîlê kiribû.

Wî da zanîn ku armanca wan ji vê biryarê ew ku çareserîyek aştîyane bi rîya du dewletî bi encam bibe.

Ji alîyekî din ve, Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump di hesaba xwe ya Twitterê de rexne li biryara Civata Ewlekarî ya rawestandina wargehên Îsrailê kirin.

Trump îro di twiteke xwe de dibêje "Dema li hember Îsraîl serederîyeke zirarmend û bêhurmetî tê berdewamkirin, em nikarin berdewam bin."

XS
SM
MD
LG