Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 60 Mîlyon Dolar Alîkarî Dide Opozîsyona Sûrî


Amerîka 60 mîlyon dolar alîkarîya demûdest dide opozîsyona Sûrî ku nav vê de xwarin, pêdivîyên saxlemî û alîkarîya nekujêr ya jibo Civata Bilind ya Leşkerî ya rikeberî jî heye.

Wezîrê Derve John Kerry ew biryar îro Pêncşemê ragihand, piştî hevdîtinên wî li Roma’yê.

Birêz Kerry got, opozîsyona Sûrî û piştevanên wê yên navnetewî “bi hevre dixebitin ku wekî çareya yekê aştîyê” bikar bînin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha got, cîhanê hemî dît ku hovitîya Serokê Sûrî Beşar Esed zêdetir bûye û heta ku ew li ser desthilatê bimîne, gelê Sûrî nikane armanca xwe ya “civateke azad, ewle û rewa” cîh bîne.

Di hevdîtinan de Serokê Civata Netewî ya Sûrî Muaz El Xetîb jî amade bû di civîna ragihandinê de ligel Kerry derket pêş rojnamevanan.
XS
SM
MD
LG