Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka Kerry Careke Din Serdana Tirkîyê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, dawîya vê heftê serdana xwe ya diduyan li Tirkîyê dike.

Tê ragihandin Wezîr Kerry, dawîya vê heftê di çarçoveya gera xwe ya diduyan ya jibo welatên deverê tê Tirkîyê ku bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re jî civînekê saz dike.

Çav li rê ye di hevdîtina her du wezîran de, pêvajoya aştîyê li Rojhilata Navîn, rewşa Sûrîyê, têkilîyên Îsraîl û Tirkîyê, qewmandinên li Qibrisê û di çarçoveya rewşa Îraqê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî werin gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye ev serdana Birêz Kerry, piştî lêborîna Îsraîlê ku ji Tirkîyê xwestibû, pêk tê û ev jî jibo rakirina astengan ji alîyê hikûmeta Amerîka ve wek babeteke girîng tê nirxandin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG