Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka Kerry li Rojhilata Navîn e


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Şemîyê ber bi Rojhilata Navîn dihere ku li ber e li bilî Orşelîm û Ramallah, herwiha li Stenbolê jî bimîne.

Tê ragihandin, armanca vê serdana ev e ku pirtir xurtkirina petwendîyên navbera Îsraîl û Tirkîyê ye, piştî ku Serok Obama di serdana xwe ya herêmê de, dawî li girjîya navbera her du alîyan anîbû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu vê dawîyê lêborîna xwe pêşkêşî Tirkîyê kiribû, jiber êrîşa ser keştîyeke Tirk ku komandoyên Îsraîlî êrîşî wê kiribûn.

Peywendîyên dîplomatîk yên navbera her du alîyan gelek xirabtir bibû, piştî ku 9 bizavkarên Tirk ji alîyê Îsraîlê ve hatibû kuştin.
XS
SM
MD
LG