Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry jibo Pêvajoya Aştîyê Tirkîyê Dipesîne


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, di çarçoveya gera xwe ya 9 rojan de îro Yekşemê li Stenbolê bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re civîya.

Wezîrê Amerîkî piştî civîna rojnamevanî ya bi Wezîrê Tirk Ahmet Davutoglu re, ligel Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî kom bû.

Di civîna her du wezîran de babetên serekî yên rojevê başbûna têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê û krîza berdewam ya li Sûrîyê bû ku biryar hate girtin Civîna Hevalên Sûrîyê were saz kirin.

Her du hevtayan dîyar kir, wan di serî de li ser pêvajoya aştîya Rojhilata Navîn, rewşa Sûrîyê, başbûna têkilîyên Tirkîye û Îsralê bi berfirehî nirxandine û herwiha ser rewşa Îraqê û çend babetên din jî gotûbêj kirine.

Wezîr Kerry, li ser piştgirîya hikûmeta Amerîka ya jibo pêvajoya aştîyê ku li Tirkîyê bi Kurdan re destpê kirîye, got, ‘Ez we pîroz dikim ku hûn pêvajoya çekdanîna PKK’ê gelekî baş birêve dibin.’

Birêz Kerry, derheqa bernameya navokî ya Îranê jî axifî. Wî got, ew ji Îranê hêvî dikin ku li gor daxwazên hêzên navnetewî tevbigere ku îsbat bike bernameya wê ya navokî jino mebestên aştîyane ye.

Wezîr Davutoglu jî di civîna ragihandinê de spasîya xwe ji Serok Obama û John Kerry re pêşkêş kir ku bi xêra navbeynkarîya wan têkîlîyên Tirkîyê û Îsraîlê ber bi başbûnê ve diherin.

Wezîrê Tirk jibo çareserkirina pirsa Îsraîl û Filîstînê xuya kir ku ew ji çareserîyeke 2 dewletî venagerin û divê Filîstîn û Îsraîl wekî 2 dewletên cuda werin qebûl kirin.

Birêz Davutoglu herwiha got, di civînê de, rewşa Îraqê jî hatîye rojevê ku ew dixwazin jibo Îraq ber bi parçebûnê ve neçe rêya dîyalog û demokrasîyê were bijartin.
XS
SM
MD
LG