Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry: Ceribandina Navokî ya Koreya Bakur Wê Çewtîyeke Mezin Be


Wezîrê Derve yê Amerêkayê John Kerry dibêje, wê şaşitîyeke mezin be ku Koreya Bakur ceribandineke navokî ya nû bike.

Rêzdar Kerry hişyarî dide Pyongyangê ku encamên kiryareke wiha de gelek neyênî bin.

John Kerry di serdana xwe ya yekê ya Koreya Başûr de, li paytaxt Seulê bi serok û wezîrê derve yê wî welatî re kom bû.

Kerry piştî hevdîtina xwe ligel karbidestên Koreya Başûrî got, hem zimanê Koreya Bakur û hem jî nîyeta wê ya bûyîna hêzeke navokî nayê qebûl kirin.

Wî herwiha rêberê xort yê Koreya Bakur, Kim Jong Un ku dest ji hinartina muşeka balîstîk berde û ji kiryarên êrîşkêr dûr bisekine.

Wezîrê Derve yê Amerêkayê Kerry, li ber e, piştî Koreya Bakur derbazî Çînê bibe. Wî li Seul bang li Pekînê kir ku giranîya xwe deyne ser Koreya Bakur ku dest ji bizavên navokî berde.
XS
SM
MD
LG