Amerîka û Rûsya dibêjin, ew çaverê dikin ku di demeke nêzîk de dest bi danûstandinên aştîyê bikin ku xunrijandinê li Sûrîyê rawestînin.
Herwiha, li ber e di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî îro Çarşemê pêşnîyarekê qebûl bike ku xunrijandina berdewam li Sûrîyê şermezar bike.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di civîna ragihandina hevbeş de li Swêdê peyîvî. Kerry got, hem ew hem jî Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov “pir hêvîdar in” ku plana wan ya pêkanîna konferansa aştîyê li Cenevre’yê baş pêşve dihere.
Birêz Lavrov jî got, Moskow û Washington hewil didin ku ji hikûmeta Sûrîyê, ji serhildayan û heriha ji welatên peywendîdar pirtir destek jibo danûstandinên aştîyê wergirin.