Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Kerry Dihere Rojhilata Navîn


Wezareta Derve ya Amerîkî ragihand ku Wezîrê Derve John Kerry roja Înîyê dest bi gera xweya Rojhilata Navîn dike.

Birêz Kerry dê li Qeterê bi karbidestên payabilind yên wî welatî re hevdîtinan bike.

Di hevdîtinên Şemî û Yekşemê de lu li paytaxt Doha pêk werin, peywendîyên dualî û kêşeyên herêmî dê bêne gotûbêj kirin.

Kerry herwiha ligel 11 wezîrên derve yên gruba Hevalên Sûrîyê kom bibe ku rewşa li Sûrîyê gotubêj bike.

Di hevdîtinan de, çaverê ye mijarên wek xurtkirina opozîsyona Sûrî û peydakirina çareserîyeke aştîyanê jî hebin.
XS
SM
MD
LG