Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Divê Bikaranîna Çekên Kîmyayî Bê Ceza Nemîne


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry berî demeke kin axaftinek kir û tê de agahîyên girîng li ser operayoneke leşkerî ya dijî Sûrîyê da.

Birêz Kerry got, di destê me de delîlên pir xurt hene ku rejîma Beşar Esed çekên kîmyayî bikar anîye û çend roj berî êrîşê li heman cîhî amadekarî jî kirîye.

Kerry bal kişand ku eger cezayê çekên kîmyayî neyê dayîn, hîngê welatên din jî ji wê yekê cesaretê wergirin û ew jî çekên wiha bixebîtînin.

Axaftina Kerry ji alîyê pisporan ve, wek nîşana operasyoneke leşkerî ya dijî Sûrîyê tê şîrove kirin.

Tê texmîn kirin ku operasyon sînorkirî be û ambar û kargehên çekên kîmyayî bike armamc.
XS
SM
MD
LG