Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Destketinên Girîng li Hember Dewleta Îslamî Hatin Destxistin


Wezîrê Derve yê Britanî Philip Hammond, Serokwezîrê Îraqê Haider al-Abadi û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry
Wezîrê Derve yê Britanî Philip Hammond, Serokwezîrê Îraqê Haider al-Abadi û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, hêzên Îraqî yên bi piştgirîya koalîsyona navnetewî li hember Dewleta Îslamî serketinên girîng dest xistin.

Birêz Kerry îro Pêncşemê di konferanseke navnetewî de li Londonê got ku hêzên Îraqî vê dawîyê 700 km erdê nû ji bin kontrola Dewleta Îslamî derxist.

Ajanda kombûna 21 dewletên endamên koalîsyona navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî, nirxandina serketinên dijî wê gruba tundrê û plankirina gavên nû li hember wê ye.

Karbidestên Wezareta Derve ya Amerîka dibêjin, qonaxa nû ya şerê dijî DAÎŞê ev e ku hêzên Îraqî bêne hînkirin û alavên nû jibo wan bêne kirîn.

Karbidestên Amerîkî radigihînin ku jibo wê armancê 1.6 mîlyar dolar dirav wê bê veqetandin.

XS
SM
MD
LG