Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry: Şerê Dijî Tundrêyan Tenê bi Rêbazên Leşkerî Serketî Nabe


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry, îro Înîyê hurgilîyên stratejîya dûrdemî ya şerê dijî Dewleta Îslamî û grubên din yên tundrê eşkere kir.

Kerry di axaftina xwe ya di Foruma Aborî ya Cîhanî de, li bajarê Davos ya Swîsrê daxwaza helwesteke pir alî kir.

Wî got, jibo serketina wê tekoşînê divê rêvebirîyeke berpirsane, xurtkirina rewşa aborî, sîyasî û perwerdeyî jibo hemî kesan pêdivî ye.

Kerry herwiha li ser hewlên koalîsyona navnetewî ya dijî Dewleta Îslamî li Sûrîye û Îraqê jî peyîvî û hişyarî da ku şer tenê bi rêbazên leşkerî bi ser nakeve.

“Di hefteyên pêş de divê cîhan tev de bixebite ku ewlehî û aramîya Yemen, Efrîqaya Bakur. Somal û Nîjerya xurtir bike.”

Kerry dîyar kir ku ewê di rojên nêzîk de seredana Nîjerya bike û rewşa wî welatî li erdê bibîne.

XS
SM
MD
LG