Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Serdana Hiroshima Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, ew pir serbilind e ku serdana bajarê Hiroshima kir ku di serdema Şerê Cîhanê yê Duyê de ji alîyê bombeya atomî ya Amerîka wêran bûbû.

Kerry ew gotinên xwe di dawîya civîna du rojan ya Gruba G7 de kir, dema mêvanên civînê serdana bîrgeha qurbanîyên Hiroshima kirin.

Wî got ku bîrgeha qurbanîyên Hiroshima her dem tîne bîra rêberên cîhanê ku çi li wê derê qewimî.

XS
SM
MD
LG