Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Bo Piştgirîya Îraqê Serdana Wî Welatî Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Înê serdaneke neçaverêkirî li Bexda kir ku ligel Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û karbidestên din yên payabilind bicive.

Serdana Kerry di vê demê de ku şerê dijî DAIŞê li Îraqê xurt bûye, lê cudabîrîyên sîyasî yên navxweyî jî kûrtir bûne.

Kerry di serdana xwe de armanc digire ku mesaja yekgirtinê bide Îraqîyan ku bikaribin astengên ewlekarîm aborî û sîyasî ji holê rakin.

“Divê hikûmeta Îraqê yek be û welêt jinûve ava bike û herêmên bin dagirkirina DAIŞê careke din bixe bin kontrola xwe,” Kerry do Pêncşemê li Bahreynê got.

XS
SM
MD
LG