Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Bo Danûstandinên Ser Kêşeya Sûrî li Parîsê Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry giheşte Parîsê ku danûstandinan li ser kêşeya Sûrî bike û hevdîtinekê bi hevtayê xwe yê Fransî Jean-Marc Ayrault re bike.

Nûnerên Britanî, Almanî, Îtalî, Erebistana Saudî, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), Qatar, Urdun, Tirkîye û Yekîtîya Ewrupî ji civîna Parîsê re hatin vexwendin ku prosesa aştîya Sûrî jinûve destpê bikin.

Hate ragihandin ku di wê civînê de serokê opozîsyona Sûrî Riad Hijab jî hebe.

Kerry sibe Sêşemê jî, berî ku here Brîtanya, bi Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier re li Parîsê bicive.

XS
SM
MD
LG