Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Îro li Moskow ligel Putîn Kom Bû


Secretary of State John Kerry shakes hands with Russian President Vladimir Putin as they meet at the Kremlin in Moscow, Russia, March 24, 2016.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro li Moskow, li Qesra Kremlin ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin hevdîtinek kir.

Di hevdîtinê de Kerry hewil da Putîn îkna bike ku nema piştgirîya rejîma Beşar Esad bike û destek bide hewlên qedandina desthilata wî li Sûrîyê.

Di destpêka hevdîtinê de Putin pesna Kerry da û ji wî re spas kir ku Amerîka bûye navbneynkara agirbestê li Sûrîyê ku ew pênc sal in bûye qada şerekî dijwar.

Kerry jî pesna rêkeftina sekinandina neyartîyan da û bi erênî li ser rewşa li erdê peyîvî û ku bi wê agirbestê baştir bûye. Wî got, divê bizavên wan berdewam bin ku çaresîyereke mayînde ji kêşeya Sûrî rê bê dîtin.

XS
SM
MD
LG