Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry bo Kiryarên Rûsî li Sûrîyê Daxwaza Lêpirsîna Tawanên Cengî Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bang dike ku lêpirsîneke tawanên ceng li hember Rûsya û Sûrîyê were vekirin.

Wî ev daxuyanî îro Înê di kombûna ligel hevtyayê xwe yê Fransî Jean-Marc Ayrault, ku bo serdaneke fermî li Washingtonê ye, da.

Piştî êrîşa çeva Pêncşemê ya ser nexweşxaneyeke Sûrî, ku 20 kes kuştin, 100 kesên din jî birîndar kirin, Kerry got, divê kesên ku tundî û tûjîya wêrankar dikin hesaba kiryarên xwe bidin.

"Divê Rûsya û rejîma Esad gji cîhanê re rave bikin ku çima bi berdewamî navendên saxlemîyê û nexweşxaneyan, zarok û jinan dikin armanc. Divê vekolîn li ser wan kiryaran were kirin,” Kerry got.

Wî berdewamî dîyar kir ku êrîşên Rûsya û Sûrîyê bi mebest sîvîlan dikin armanc. “Jiber ku stratejîya wan ew e ku kî derkeve pêş armancên wan yên leşkerî, divê ew bêne tune kirin.”

Lihevkirina navbera Kerry û Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov ya meha borî ku hevkarîyeke dijî terorê ava bikira, karîbû şerê heyî bo hefteyekê rawistîne û rê li ber gîhandina alîkarîya mirovahî vekiribû.

XS
SM
MD
LG