Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên KESK li Kolanan Bûn


Endamên KESK li Dîyarbekirê di xwepêşandanê de ne
Endamên KESK li Dîyarbekirê di xwepêşandanê de ne

Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran yên Gelemperî (KESK) jibo mafên kedkar û karmendan li tevahîya Tirkîyeyê kete grevê û li qadan xwepêşandan pêk anîn. Di vê çarçovê da li bajarên herêmê jî xwepêşandan hebûn.

Li Dîyarbekirê, Rêxistinên Pişeyî yê Saxlemîyê, Platforma Şaxên KESK’ê jî bi heman armancî bi beşdarîya hezaran li Qada Derîyê Çîyê xwepêşandan lidar xistin.

Li ser navê Sazîyên Pîşeyî, Dr. Şemsettîn Kiliç gotarek da û destnîşan kir ku di lav neh salan hikûmeta AKP’ê xizmetên saxlemîyê firotîne şirketên taybet ku ev yek hem mafên karmend û kedkaran, hem jî yên vergirtina xizmeta saxlemîyê ya bê pere ji destê gel standîye.

Endamê KESK'ê Bakî Çinar jî destnîşan kir ku li Tirkîyê feqîrî û hêjarî, bêadaletî û zordarî zêde bûye û tê xwestin ku mafên kedkar û karmendan jî, ji destên wan bigirin.

Bakî Çinar got, ne mimkûn e ku di şertên îro de mirov behsa demokrasîyê, mafên sendîka û azadîyan bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG