Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Ketina Helîkopterekê de 4 Leşkerên Tirk li Stenbolê Hatin Kuştin


Di ketina helîkoptereke leşkerî de, 4 leşkerên Tirk li taxa Çekmekoy ya Stenbolê hatine kuştin.

Piştî ketina helîkopterê gelek ambulans û agirkuj ji cîhê bûyerê re hatin şandin.

Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya got ku heta lêkolîn neyên kirin, paşmayî dê neyê rakirin”

Serdozgerîya Komarî ya Anadolu lêpirsîn da destpê kirin û jibo bûyêrê serdozgerek û 2 dozger hatin erkdar kirin

Wezareta Parastina Tirkîyê, di derbarê ketina helîkopterê de, li ser Twitterê daxuyanîyek da:

"Helîkopter ya tîpa UH-1 ya jiber sedemek nedîyar ket xwar û di encama qezayê de 4 lêşkerên hatinê kuştin û lêpirsîn hate vekirin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:32 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG