Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Tirk li Nêzîkî Stenbolê Hate Revandin


Ferîbota Kartepeya revandî li ser Derya Marmara xuya dibe.

Keştîyeke Tirk ya bi navê Kartepe îro Şemîyê ji alîyê kesekî ve hate revandin.

Karbidestên Tirk dibêjin, komandoyên wan êrîşî keştîyê kir û revonek anku kesê ku keştî revand, kuşt.

Walîyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu ji rojnamevanan re got, hemî rêwî û xebatkarên gemîyê ewle ne. Mutlu her wiha got, ew hîn vêkolînan dikin ku nasnameya revonek dîyar bikin.

Li nav ferîbota Kartepe 18 rêwî hebûn ku 5 ji wan jin, 4 jî xebatkar bûn.

Medyaya Tirkî waxtekî zûtir ya Şemîyê ragihandibû, keştî ji bajarê Îzmît ber bi bajarokê Golcuk ve diçû, dema ji alîyê mîlîtanan ve hate revandin.

XS
SM
MD
LG